Li Serhedê hema hema li her derê berf barî. Bi barîna berfê şert û mercên herêmê zor û zehmet bûn. Bi taybetî karê heywandaran zêde û giran dibe. Lewra li malê xwedîkirina heywanan bi mesref û zehmet e.
Her der bi berfê spî û çîl bûye. Heywan êdî li axuran tên xwedîkirin. Ji bo wan êm hewce ye û kar û barê xwedîkirina wan zêde dibe.
Li Serhedê 5-6 mehan berf li erdê dimîne. Heywandar bêgav in ku heywanên li axuran xwedî bikin. Ji bo vê divê her roj 2 caran êm bidin wan.
Êm û ceh dixin afiran. Piştî ku afir hatin amadekirin, heywanan derdixin derve.
Ev kar û bar di bin berf û bagerê de bi zehmet e. Ev kar û bar heta meha Nîsanê dewam dike.
Gelek kes bi tenê bi heywandariyê debara xwe dikin û li hemberî van zehmetiyan li ber xwe didin.