Li Siirtê bereketa fistiqan

Fistiqên Siirtê îsal bi rekolteyeke zêde tên berhevkirin

Li Siirtê bereketa fistiqan

Li Siirtê îsal berteketa fistiqan heye. Li gorî salên borî rekolteya herî zêde îsal hat bidestxistin. Xwediyê fistiqan jî bi bereketa îsal şaş mane.

Fistiqên Siirtê li bajêr debara herî mezin e. Gelek niştecih bi gihandina fistiqan mûjil in. Lê îsal piraniya hilberîneran ji rewşê bêtir razî ne. Lewra li gorî salên borî herî zêde îsal rekolteyeke têr û tijî hat bidestxistin.

Xwediyê fistiqan fistiqên xwe rasterast didin fabrîkayan.

Li fabrîkayan xebateke zêde heye. Bi saya rekolteyeke baş hejmara xebatkarên berhevkar jî zêde dibin.

Tê payîn wê mehsûla zêde wê tesîr li bihayan jî bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE