Li Siirtê pêşbaziya kişikê

400 zarok ketin pêşbaziyê, yên serkeftî dê biçin şampiyoniya Turkiyeyê.

Li Siirtê  pêşbaziya kişikê

Li Siirtê ji bo zarokên di navbera 7 û 18 salî de pêşbaziya kişikê hat lidarxistin. Piştî pêşbaziyan, zarokên serkeftî wê biçin antalyayê û dê beşdarî şampiyoniya Turkiyeyê bibin.

Federasyona Kişikê li Siirtê pêşbaziya kişikê li dar xist.

400 zarokên ku emrê wan di navbera 7 û 18an de ye ketin pêşbaziyê.

Dê û bavên zarokan jî bi qasî zarokan bi kelecan bûn.

Piştî pêşbaziyan wê zarokên serkeftî biçin Antalyayê û beşdarî şampiyoniya Turkiyeyê bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE