Li Pervari û Şirvana Siirtê karantînaya li ser hin gundan dewam dike. Di vê pêvajoyê de ji bo tu kêmasiyeke gundiyan çênebe di serî de koma wefayê û cendirme, hemû saziyên dewletê bênavber dixebitin.
Beriya çend rojan ji ber îhtîmala hebûna vîrûsa koronayê li hin gundên Pervari û Şirvana Siirtê, koronayê karantîna hatibû danîn.
Lewra kesên ku ji Îstanbul û bajarên din hatibûn vir, bûbûn sedema gumana vîrûsê.
Li ser vê li mezrikên Hatê, Ewsel, Xidirxan, Bimbat û li mezrika Bîstana Şirvanê û li Sehêla Pervariyê karantîna hat îlankirin.
Di vê navberê de ji bo tu kêmasiyeke gundiyan nebe, hemû saziyên dewletê û saziyên sivîl bênavber dixebitin.