Midûriyeta Daristan û Çandiniyê û Zanîngeha Sêrtê ji bo cotkaran semîner li dar xist. Di semînerê de derbarê nexweşiya daran û zêdekirina reqolteya fistiqan de cotkar hatin agahdarkirin.
Li Sêrtê hilberînerên fistiqan ji bo ku reqolteyê zêde bikin beşdarî semînerê bûn.
Semîner bi destê Midûriyeta Daristan û Çandiniyê û Zanîngeha Sêrtê hat dayîn.
Nexweşiya darên fistiqan çi ne, divê cotkar darên xwe çawa ji nexweşiyan biparêzin?
Mamosteyên zanîngehê û xebatkarên Midûriyeta Çandiniyê derbarê van mijaran de agahî dan cotkaran.
Nêzî 80 cotkar hatin semînerê, guh dan rê û rêbazên mamosteyan.