Li Siirtê wê "Şal û Şepik" bê parastin

Parlamenterê AK Partiyê yê Siirtê Osman Oren destnîşan kir ji bona qumaşê şal û şepik bê parastin ku li Mezopotamyayê yek ji cureyê qumaşê ewil e hatiye honandin, xebat dane destpêkirin.

Li Siirtê wê "Şal û Şepik" bê parastin

 Li Siirtê wê qumaşên "Şal û Şepik" bê parastin.

Parlamenterê AK Partiyê yê Siirtê Osman Oren destnîşan kir ji bona qumaşê şal û şepik bê parastin ku li Mezopotamyayê yek ji cureyê qumaşê ewil e hatiye honandin, xebat dane destpêkirin.

Oren destnîşan kir qumaşê ku di çanda Siirtê da qedîmî ye havînê hênik û zivistanê germ dihêle û wiha axivî: "Qumaşê şal û şepik jî mîna hunerên destan yên din bi teknolojiyê wenda dibe. Ji bona qumaşê ku mêr li xwe dikin bê parastin li Navenda Perwerdeyê ya Gel ya Eruhê xebat didomin. Bi Şaredarê Eruhê Cevher Çiftçî û Midûrê Navenda Perwerdeyê ya Gel ya Eruhê Seyfettîn Çelik ra me bi midûriyetên eleqedar ra xeberda û xwest ku destekê bidin projeyên curbecur ku ev qumaş bê parastin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE