Şirnexî ji bo haziriya eydê berê xwe didin sûk û bazaran. Ji ber germa nava rojê welatî bi şev derdikevin. Gel dibêje "îsal em bi aramî danûstandina xwe dikin."
Şirnexiyan ji bo amadehîya cejnê berê xwe da sûk û dikanan.
Welatî ji ber ku roj germ in, bi şev diçin çarşiyê û danûstandina xwe dikin.
Ciwan û pîr, mêr û jin, biçûk û mezin gelek kes ji bona cejna remezanê kêfxweş û bi kelecan in.
Şirnexî dibêjin em îsal di nav xweşîyê de derdikevin û ji bo zarokên xwe danûstandinê dikin.
Qelebalixa çarşiyê esnaf û dikandaran gelekî memnûn dike.