Li Şırnakê genimê li zeviyên çal û kort bi dasê tê çinîn

Li Şırnakê zeviyên asê yên ku bîçer nikarin bikevinê bi das û tirpanan va genim tê çinîn.

Li Şırnakê genimê li zeviyên çal û kort bi dasê tê çinîn

Li Şırnakê zeviyên asê yên ku bîçer nikarin bikevinê bi das û tirpanan va genim tê çinîn.

Li bajaroka Balverenê ya li ser navenda bajêr genimê ewil ê salê ya li ser eraziyên çal û kortik hêşîn tê hat çînin û ji bo vê merasimek hat lidarxistin.

Walî Alî Hamza Pehlîvan, Şaredar Mehmet Yarka, Rektorê Zanîngeha Şırnakê Prof. Dr. Emîn Erkan Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Albayê Pispor Yavuz Selîm Kapanci, Midûrê Bajêr ê Çandinî û DaristananSelman Demirel, Serokê Odeya Ziraetê Cengizhan Tatar û cotkar beşdarî vê çalakiyê bûn.

Walî Pehlîvan, Şaredar Yarka û welatiyan bi dasan va genimê ku li ser 13 hezar donimî hatibû reşandin çinîn.

Pehlivan got li gor par ew texmîn dikin ku îsal ji sedî 40 zêdetir genim wê bê bidestxistin û ji cotkaran ra got bereket be.

Pehlîvan anî ziman ku li ser qadeke 650 hezar dekarî genim, li ser 93 hezar dekarî ceh û li ser 40 hezar dekarî jî nîsk tê reşandin û çinîn.

Ji bo çandiniya genim Pehlîvan got ji sedî 75ê çandiniyê bi makîneyên nûjen va tê kirin û yên mayî jî bi das û tirpanan va tê çinîn.

Pehlîvan behsa çandiniya bi das û tirpanê ya li Uludere û Beytûşebabê kir û wiha axivî: "Ev qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Li Şırnakê ev kevneşop dewam dike, bi rêya paletiyê xebat tê kirin ku em ji ber vê kefxweş in. Hevkariya li zeviyê peyama yekitî û hevrabûnê dide. Welatî bi hevkariya hêz û kedê dikin û vê kevnelopiyê didomînin."

Cotkar Abdullah Geçer jî got li herêmê bi dasan va genim tê çinîn, wan bi zibare û paletiyê di demeke kin da genimê xwe çiniye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE