Li Şırnakê gihandina fistiqên axê

Cotkarên Şırnakî jî dest bi rakirina fistiqan kirin.

Li Şırnakê gihandina fistiqên axê

Li deşta Silopiyê ku yek ji wan navendên girîng ên çandiniyê ye cotkaran dest bi hilberîna fıstıqên axê an jî erdê kirin. Li bajêr cotkarên ku li ser 80 hezar donimî fistiq çandibûn dest bi berhevkirina wan kirin. Wezîrê Çandinî û Daristanan Dr. Bekir Pakdemirli jî bi telefonê beşdarî destpêkirina rakirina fistiqan bû…

Li Deşta Şırnakê ya ku yek ji wan navendên girîng ên çandiniyê ye cotkaran dest bi hilberîna fistiqên axê kirin.

Li bajêr cotkaran 80 hezar donim erd kiribûn fistiqên axê û niha jî dest bi berhevkirina wan kirin.

Walîyê Şırnakê Hamza Pehlîvan, rayedar û gelek welatî beşdarî destpêkirina rakirina fisteqan bûn.

Wezîrê Çandinî û Daristanan Dr. Bekir Pakdemirli jî bi telefonê beşdarî merasîma berhevkirina fistiqan bû..

Ji bilî çandiniya pembo, garis, genim û ceh êdî çandina fistiqên erdê jî berbelav dibe.

Îsal cotkarên Şirnexê 20 hezar ton fistiq berhev kirin û li Tirkiyê bûn sêyemîn..

Cotkar piştî berhevkirinê wê fisteqên xwe bişînin çar aliyên welêt.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE