Li Şırnakê hilberîna fistiqan

Li deşta Sılopiyê cotkaran dest bi hilberîna fistiqan kir.

Li Şırnakê hilberîna fistiqan

Li deşta Sılopiyê cotkaran dest bi hilberîna fistiqan kir. Cotkaran li 80 hezar donimî fistiq çandin…

Deşta Sılopiyê yek ji navendên girîng ên çandiniyê ye. Li deştê cotkaran dest bi hilberîna fistiqan kir.

Cotkarên Sılopiya 80 hezar donim zevî kirin fistiq. Ew bendê ne ku piştî demeke kurt êdî fistiqan berhev bikin.

Ji bilî çandiniya pembû, garis, genim, ceh û nîskên sor cotkarên Sılopiya di çandina fistiqan de jî gelekî bi pêş ve çûn.

Cotkar li bendê ne ku îsal bêndereke baş rakin.

Pispor dibêjin bi çandiniya fistiqan deşta Sılopiya wê bibe reqîbê Osmaniyê.

Cotkar li bendê ne deşta Sılopiya bibe warê fistiqan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE