Li bajarê Şirnex û Sêrtê xweliya ji çolên Misir û Sûriyeyê rabûye û hatiye, dibare û tesîra wê dewam dike.
Li bajarê Şirnexê ji ber ewrên toz û xubarê yên duh çêbûn û tesîra wan îro jî dewam dike çiyayên Cûdî û Gabarê xuya nakin.
Li navendê û navçeyên wek Îdil, Cizîr û Silopiyê ji ber barîna xweliyê wesayît û şaneşînên malan di nav toz û xubarê da man.
Rayedaran ji welatiyan xwest ku heta mecbûr nebIn bila dernekevin derva.
Sêrt
Li bajarê Sêrtê jî tesîra toz û xubarê ya ku duh kêm bûbû û îro dîsa zêde bû, dewam dike.
Ji ber toz û xubarê qada dîtinê kêm bû û hewa jî qirêj bû.
Walîtiya Sêrtê ji ber toz û xubarê hişyarî da welatiyan ku bila bi baldar bin.
Ji deverên çol lê hene her sal bi hezaran ton xwelî û xubar radibe û bi navbeynkariya bayê ber bi erdnîgariyên din va diçe.AA