Li Şirnexê di operasyonên dijî hişbir û qaçaxcîtiyê da 51 şikbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr û Şaxa Deriyê Hidûdê yê Xabûrê dijî çavkaniyên aboriyê yên terorê û qaçaxcîtî û hişbirê operasyon kirin.
Di operasyonan da 51 şikbar hatin binçavkirin.
Di operasyonan da 13,06 gram eroîn, 3, 29 gram metamfetamîn, 2,64 gram esrar, madeyên eczayê yên 3 sentetîk, hebên hişbirê, 3 telefonên berîkê, 10 hezar û 838 cixareyên qaçax, 21 şûşe araq hat bidestxistin.
Ji bilî vê ji ber sûcê qaçaxcîtiyê 15, ji ber sûcê sextekariya li ser belgeyan 4 û ji ber sûcê asayîşê jî 9, tevahî 28 şikbar hatin binçavkirin.
AA