Li Bêşebaba Şirnexê bi hatina biharê xelk derdikeve çiyayan û giyayên xwarinê yanê pincêr kom dike. Şêniyê herêmê bi vê yekê debara mala xwe dike.
Bihar hat û dinya xweş bû. Çiya û zozan jî xemilîn. Ev yek ji bo hin kesan jî bû riya debarê.
Şêniyê Bêşababa Şirnexê di vê heyamê de derdikeve, çiya û giyayên xwarinê û pincêr kom dike.
Bi rojan li zozanan di konan de radizên.
Pişt re wan giyayên komkirî bi hespan tînin û li bazaran difroşin.