Li Şirnexê, cara ewil di tesîsê de kuvark tên hilberîn. Miteşebîsa Şirnexî Ayşe Ayter, bi piştgiriya Zanîngeha Şirnexê li bajêr tesîsa kuvarkan vekir.
Ayşe Aytera Şirnexî hewl da ku li bajarê xwe tesîsa kuvarkan ava bike.
Miteşebîsa jin, ji bankeyê 60 hezar lîre pere stand û bi piştgiriya Zanîngeha Şirnexê li bajêr tesîsa kuvarkan vekir.
Li tesîsê 15 jin dixebitin û rojê zêdetirî 200 kîlo kuvark tên hilberîn.
Kuvarkên ku tên hilberîn li Şirnex û bajarên derdorê tên firotin.