Muhlise Beyhana ducanî ku ji gundê Firyarê yê Şirvana Siirtê ye yê nexweş ket. Tîmên 112ê bi tîmên rêvekirinê re ji bo bigıhêjin hawara jina ducanî 9 saetan xebitîn. Herî dawî tîm gihaşt gund û jina ducanî bi ambulansê anî Nexweşxaneya Dewletê ya Siirtê.
Ji metroyekê zêdetirî berf hebû, lê xwe li ber tîmên 112ê û xebatkarên riyan negirt.
Ev dîmen ji riya gundê Firyarê yê Şêrwana Siirtê ne.
Muhlise Beyhana ducanî nexweş ket û ji bo bigihêje nexweşxaneyê malbata wê gazî Tîma 112ê kir.
Tîma 112ê û yên rêvekirinê ji bo bigihmjin hawra jina ducanî ketin rê.
Lê her du tîm ji ber berfê piştî xebata 9 saetan gihaştin gund.
Jina ducanî bi ambulansê hat anîn nexweşxaneyê.
Niha rewşa Muhliseyê baş e û li nexweşxaneyê keçikeka wê çêbûye.