Li Siverekê 5 "Xaniyên Hobbîtan" hatin avakirin

Bi piştevaniya Qaymeqamtiya Siverekê û Şaredariya Siverekê , bi druşma "Baştirîn destek ji bo jinan meslek" xaniyên navborî hatin avakirin û dê di wan de 8 jin werin îstixdamkirin.

Li Siverekê 5 "Xaniyên Hobbîtan" hatin avakirin

Li Siverekê li 5 seyarngehan "Xaniyên Hobbîtan" hatin avakirin.

Bi piştevaniya Qaymeqamtiya Siverekê û Şaredariya Siverekê , bi druşma "Baştirîn destek ji bo jinan meslek" xaniyên navborî hatin avakirin û dê di wan de 8 jin werin îstixdamkirin.

Qaymeqam Azîz Golbaşî, di merasima li Seyrangeha Şehit Suat Aloglu de anî ziman ku li navçeyê jin, mêr, hem kes nanê xwe ji keviran derdixe û got, "Seroka me heta jê tê di hemî qadên destpêşxeriyê de dixwaze jin cih bigirin. Em jî piştevaniya wî dikin. Ez di wê baweriyê de me dê jinên Siverekî di vê qadê de serkeftî bin. Emê hertim piştevanê we bin. Ser xêrê be, pîroz be."

Şaredara Siverekê  Ayşe Çakmakê jî hemî jin ji bo vê projeyê vexwendin û anî ziman ku di warê îstixdama jinan de dixebitin û got, "Em di wê hizrê de ne ku ev tişt dê him ji bo aboriya malbatê û him jî ji bo aboriya welêt baş bin, ji ber vê em di xebitin ku jinan di bin banê kooperatîfa jinan de bicivînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE