Li Siwêrega Rihayê beriya çend rojan mala çand, zanist û hunerê hat avakirin. mala çandê ji bo kultura navçeyê wenda nebe çalakiyên cuda li dar dixe. Malê, di çalakiya dawî de helew li milet belav kir.
Pêşî bi hev re helewa malan çêkirin, dûv re xistin teyfikên plastîk û dan mêvanên xwe.
Li Siwêregê beriya çend rojan Mala Çand, Zanist û Hunerê hat avakirin.
Mala Çandê dixwaze ku kevneşopiyên herêmî neyên jibîrkirin.
Ji bona vê jî çalakî û xebatên cuda li dar dixe.
Herî dawî kevneşopiya belavkirina helewa malan hat dubarekirin.
Welatiyên navçeyê hatin çalakiya li Xana Gumrikê û wan bi hev re helewa xwe xwar.