Welatıyek li Sivereka Şanliurfayê par tê mizgeftekê telefona xwe şarz dike. Paşê heqê şarzê û nîşeyek/notek datîne heman derî. Piştî salekê ew pere û nîşe hatin dîtin. Miezînê mizgeftê dibêje ev mînak hesasiyeta welatiyên me nîşan dide.
Beriya salekê li mizgeftê desmêj girt û telefona xwe xiste şerzê.
Ji ber ku dilê wê rehet nebû rabû heqê şerzê û nîşeyek xist binê berikê.
Ev bûyer li Sivereka Şanlıurfayê qewimî.
Welatiyeke jin li Mizgefta Evdilqadir Geylanî desmêj girt û di wê navberê de jî telefona xwe xiste şerzê.
Gava ji mizgeftê derket bi hesasiyeta ku malê kamûyê bi kar aniye, rabû heqê şerzê û nîşeyek xistin binê xaliya mizgeftê.
Piştî salekê ew pere û nnîşe hatin dîtin.
Miezînê mizgeftê Ebûbekir Çilenti dibêje ev mînak manewiyata welatiyên me û hesasiyeta ji bo malê kamûyê nîşan dide.