Li Sİwêrega Rihayê bi hatina biharê re gîyayê axbandir(ango zûzûbax) derket. Welatî gelekî ji xwarınên jı axbandirê hez dikin û dıbêjin ku ev gîya ji gelek nexweşiyan re derman e.
Ev der bazareke li Sêwrega navçeya Rihayê ye.
Li bazarê bi hatina biharê re gelek cure gîya tên firotin. Yek ji wan gîyayan jî Axbandir (ango zûzûbax) e.
Di biharê de tenê 20 rojan axbandir tê berhevkirin.
Ji vî gîyayî gelek xwarin tên çêkirin û welatiyên navçeyê jê gelek hez dikin.
Welatî dibêjin axbandir ji gelek nexweşiyan re derman e.
Li bazarê kîloya axbandirê heta 15 lîreyan tê firotin û eleqeya ji bo vî gîyayî jî baş e.