Lı sûka Rihayê amadehiyên zivistanê

Welatî îsal elaqeyeke zêde nîşanî qaxên sebzeyan didin

Lı sûka Rihayê amadehiyên zivistanê

Li Rihayê jî êdî ji ber ku hêdî hêdî hewa sar dibe û zivıitan xwe dide der, dikandar dest bi firotina qaxên sebzeyan dikin. Welatî jî elaqeyeke zêde nîşan didin. Bihayê kîloya sebzeyan niha 15 lîre ye.

Li ber dikanan şaranên qaxên îsot, balcan û bacanên sor hatin daliqandin.

Ev der sûka li navenda Rihayê ye.

Ji ber ku zivistanê dest pê kir, dikandaran jî dest bi firotina sebzeyên hişk kirin.

Dikandar dibêjin, li gorî par îsal bazara sebzeyên hişkkirî baş e.

Ji niha ve kîloya van qaxan bi 15 lîreyan e û di şaranekê de jî nêzî 50 lib sebze hene.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE