Li Sêrtê dema berûyan e

Li Sêrtê ligel hewaya cemidî firotina berûyan jî zêde dibe…

Li Sêrtê dema berûyan e

Berû wek kestaneyên herêmê tên zanîn. Gava dibe zivistan welatî li ser sobeyan berûyan diqelînin. Niha li herêmê tam wextê wan e û welatî gelekî dikirin.

Berû ji darên berûyê çêdibin.. Hinek ji wan tehl in hinek ji wan jî wekî kestaneyan in.

Hewa cemidî welatiyan jî berê xwe da berûyan.

Kîloya berûyan bi 5 lîreyî tê firotin.

Welatî berûyan li ser sobeyê diqelînin û dixwin..

Berû zivistanan wek kakileke germ tên xwarin û gelekî tên ecibandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE