Wek tê zanîn Şêlim ji bo gelek tiştan tê xwarin û tê bikaranîn. Li Sêrtê jî wek dermanê zivistanê tê qebûlkirin. Carna dixin nav xwarinê carna jî wek sêv û kartolên xaşandî dixin.
Li Sêrtê firotina şêliman dest pê kir.
Şêlimên di Hezîran û Tîrmehê de tên komkirin, heta serê zivistanê di bin axê de tên veşartin.
Dema sir û seqem dest pê dike, him welatî him jî kesên bazirganiya şêliman dikin wan derdixin û li bazarê diforoşin
Welatî bi taybetî ji bo xwe ji nexweşiyên zivistanê biparêzin şêliman dixwin.