Li Sûra Navçeya Amadê welatiyê bi navê mehmet aydin beriya çend salan bi xwe hînî çêkirina tizbiyan bû. Paşê jî hoste aydin ji xwe re atolye û dikaneke tizbiyan vekir. Niha li ba wî 13 kes dixebitin. Ji gelek bajar û welatan re jî tizbiyan dişîne.
Hoste Mehmet Aydin li Sûra navçeya Amedê dijî.
Aydin beriya çend salan hînî çêkirina tizbiyan bû û xwe bi xwe bû hoste.
Dûvre Aydin ji xwe re dikanek û atolyeyeke tizbiyan vekir.
Di atolyeyê de gelek cureyên tizbiyan çêdikin û niha li cem hoste Aydin 13 kes dixebitin.
Bihayê wan jî ji 5 lîreyan dest pê dike heya 70 hezar lîreyî derdikeve.
Gelek welatî tên dikanê û ji xwe re tizbiyan dikirin.
Her wiha tizbiyên Hoste Aydin tên şandin 71 bajar û 17 welatan.