Sevgi Dağhana diya du zarokan ji bo çêkirina çîkolataya bikalîte du salan zêdetir li Swîsreyê di kargehên çîkolatayê de belaş xebitî. Piştî perwerdeya xwe li Diyarbekirê jî atolyeyeke çîkolatayên organîk ava kir. Li kargeha xwe pênc jin jî îstîhdam kirin. Niha di hedefa wê de li bajarên derdorê vekirina şûbeyên nû heye.
Sevgî Dağhan li Diyarbekirê jineke miteşebis e. Diya du zarokan e û çêkirina çîkolatayan hobiya wê ya sereke ye.
Dağhan ji bo hînî çêkirina çîkolatayan bibe li Swîsreyê du sal û nîv belaş xebitî û hînî çêkirina çîkolatayên bikalîte bû.
Hostaya jin piştî perwerdeya xwe ya li derveyî welêt hat û li Diyarbekirê jî îmalatxaneyeke çîkolatayên organîk vekir.
Çîkolatayên cûr bi cûr piştî ked û xîreteke mezin ji bo xwarinê tên amadekirin.
Sevgî Dağhan ji bo jin bêtir li ser piyên xwe bisekinin xebatkarên xwe jî ji jinan hilbijartiye.
Hevserê wê Şeyhmûs û mişteriyên wê jî jê razî ne û çîkolatayên wê zahf diecibînin.
Niha di hedefa wê de li bajarên derdorê jî vekirina şûbeyên nû heye.