Li Tatvanê kesekî ji bo ku moralê bide nîşaniya xwe pêşniyaza zewacê kir

Li Tatvana Bitlisê Esra Akbay û Sedat Akbay nîşan kiribûn. Lê ji ber vîrûsê wan nikaribû dawetê bike lewre Esra bi vîrûsê ket.

Li Tatvanê kesekî ji bo ku moralê bide nîşaniya xwe pêşniyaza zewacê kir

Li Tatvana Bitlisê Esra Akbay û Sedat Akbay nîşan kiribûn. Lê ji ber vîrûsê wan nikaribû dawetê bike lewre Esra bi vîrûsê ket. Sedat jî ji bo ku moralê bide nîşaniya xwe bi pankartekê çû ber nexweşxaneyê û pêşniyaza zewacê li dergistiya xwe kir.

Ji ber tesîra vîrûsa koronayê gelek bûyerên ecêb pêk tên.

Lê ya îcar ji yên din zahf cuda ye.

Bûyer li Tatvana Bitlisê qewimî.

Esra Akbay û Sedat Akbay nîşan kiribû.

Wan dil dikir ku dawetê bike.

Lê îcar jî wan xwe ji vîrûsê xilas nekir.

Esra Akbay bi koronayê ket û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Dergistiyê wê ji bo ku morala Esrayê baş bibe, bi pankartekê çû ber nexweşxaneyê û got "tu yê bi min re bizewicî?"

Esra Akbayê jî li odeya nexweşxaneyê li ser kaxizekê “erê” nivîsand û nîşanî dergistiyê xwe da.

Bi vê yekê her du jî dilxweş bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE