Li Tilloyê kursa rêberiya turîzmê

Bi saya rêberan turîstên li Tilloyê wê navçeyê çêtir nas bikin

Li Tilloyê kursa rêberiya turîzmê

Li Tîlloya Sêrtê tirba ismaîl feqîrullah û gelek warên dîrokî hene. Her sal gelek turîst tên navçeyê. Şaredariya tîloyê ji bo navçeya xwe çêtir bidin nasîn niha rêberan perwerde dike. Keç û xortên tilloyî piştî kursa rêberiya turîzmê dê ji bo navçeya xwe bixebitin

Tirbeya Îsmaîl Feqîrullah li Tîlloya Sêrtê ye. Tirb, di sala 2015an de bi taybetmendiya xwe ya ronîkirinê ket lîsteya demkî ya çanda dinyayê ya UNESCOyê.

Piştî ku tirb ket lîsteya mîrateyan ji çar aliyên dinyayê turîst tên serdana Tilloyê.

Şaredariya Tilloyê jî ji bo tirba İsmaîl Feqîrullah û cihên din ên dîrokî baştir bide nasîn ji bo ciwanan kursa rêberiya turîzmê vekir.

Ciwanên Tilloyî piştî perwerdeya rêberiyê wê bi refên turîstan re li Tilloyê bigerin û navçeya xwe bidin nasîn.

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2018, 17:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE