Li Erzincan û Tunceliyê ji ber berf û bagerê rêya 106 gundan hat girtin, ji bo vekirina rêyên girtî xebat dan destpêkirin.
Li Erzincanê ji ber berf û bagerê rêya 39 gundan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya gundekî navendê, 4 gundên Kemahê, 5 gundên Kemaliyeyê, 12 gundên Refahiyeyê, 15 gundên Tercanê û 2 gundên Uzumluyê dixebitin.
10 ekîbên paqijkirina berfê bi 10 kirêder, 2 dozer, 11 kepçe û 4 kamyonên rêçkirinê va karê xwe dimeşînin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî ji ber berfê rêya 11 gundên navendê, 2 gundên Çemîşgezekê, 4 gundên Xozatê, 13 gundên Mazgirt, 3 gundên Nazimiyeyê, 14 gundên Ovacikê, 7 gundên Pertekê, 13 gundên Pulumurê bi tevahî 67 gundan hat girtin.
Li herêmê xebatên ekîbên paqijkirina berfê dewam dikin.AA