Li Tunceliyê ji tûyên ku ji daran tên komkirin bi rêbazên ji bav û kalan mane dims tê çêkirin.
Gundiyên li navçeyên Çemîşgezek û Pertekê dijîn ji darên ku danîne yan jî li çolê hêşîn bûne her sal tûyên ku di mehên Hezîran û Tîrmehê da digihêjin kom dikin û dims çêdikin.
Welatiyên bi alîkariya hev dimsê tûyê çêdikin derdikevin ser darên ku 20-30 mêtro bilind in û tûyên darê dadiweşînin ser brandayên ku li binê daran raxistine.
- Çêkirina dimsê tûyê zehmet e
Gundî tûyên ku dadiweşînin ji erdê kom dikin û peyra bi satilan dikişînin malê. Tûyên kom dikin sitîlan da li ser agir dikelînin, tûyên baş dikelin dikin telîsên caw û dadiwerînin. Ava ji tûyan derdikeve jî cardin dikelînin.
Di pey ra ava ku baş dikele û dibe dims dikin teneke û kûpan û danîn ser xanî. Dimsê ku qederê hefteyekê li ber tavê disekine cardin dipalînin û êdî ji bona xwarinê amade dibe.
- Dimsê tûyê dişînin bajar û navçeyên li derdorê
Gundiyên ku dimsê tûyê çêdikin dişînin bajar û navçeyên li derdorê. Li herêmê kîloya tûyên hişkirî bi 60 lireyî tê firotin û dimsê tûyê jî ku di taştê da dixwin bi 50 lireyî tê firotin.
Mustafa Denkê ji Dereya gundê Pertekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku çar kes li jêrê brandayê radigirin û kesek jî derdikeve serê û tûyên darê dadiweşîne.
Denk destnîşan kir tûyên tên komkirin di sitîlan da dikelînin û wiha axivî, "Tûyên di sitîlan da baş dikelin dadiwerînin. Ava ji tûyan derdikeve jî cardin dikelînin. Di pey ra ava ku baş dikele û dibe dims dikin teneke û kûpan û danîn ser xanî. Dimsê ku qederê hefteyekê li ber tavê disekine cardin dipalînin û êdî ji bona xwarinê amade dibe."
- "Em di kelekel û germê da dixebitin"
Sakîne Denkê diyar kir çêkirina dimsê tûyê zehf zehmet e.
Denkê diyar kir tûyên ku dadiweşînin ji erdê kom dikin û peyra bi satilan dikişînin malê û got ku em di kelekel û germê da dixebitin, em ji bona malê çêdikin û gava zêdebar be em difiroşin.
Ji gundiyan Musa Şaş jî diyar kir ji çar aliyên Tirkiyeyê dimsê tûyê dixwazin û got ku da li herêmê kîloya tûyên hişkirî bi 60 lireyî tê firotin û dimsê tûyê jî ku di taştê da dixwin bi 50 lireyî tê firotin.
AA