Li Tunceliyê di demsala biharê da bedewiya "Sûlava Çirtanê"

Sûlava li gundê Meşeyoluyê ya 10 kîlometre dûrî navenda bajêr a ku herka wê bi ava berf û baranê zêde dibe, bi qasî 60 metre bilindahiyê tê xwarê

Li Tunceliyê di demsala biharê da bedewiya "Sûlava Çirtanê"

Li Tunceliyê Sûlava Çirtanê ku li Geliyê Pulumurê ye û biharê gur dibe, bi bedewiya xwe ya xwezayî dîmenên newaze derdixe holê.

Geliyê Pulumurê ku salê çar demsal bi bedewiya xwezaya xwe û ajalên kovî va balê dikişîne, di heman demê da bi floraya xwe ya dewlemend û ciyên xwe yên çandî û dîrokî va jî derdikeve pêş.

Geliyê ku dikeve navbera çiyayên asê yên bi qasî 3 hezar metreyî bilind û ji gundê Kocakoçê dest pê dike heta navçeya Pulumurê diçe, bi rengên biharê xemilî ku mirov ji temaşekirina wê têr nabe.

Sûlava Çirtanê ya ku di gelî da ye, bi ava berf û baranê gur bû.

- Bi qasî 60 metre bilindahiyê tê xwarê

Sûlava li gundê Meşeyoluyê ya li ser bajêr, bi qasî 60 metre bilindahiyê tê xwarê.

Sûlava ku digel rengên xwezayê dîmenên ciwan pêşkêşî geştiyar û wênehezan dike, nexasim di demsala bihar û havînê da bala bêtir ziyaretvanî dikişîne.

Bizinkoviyên li deverê ji bo ku avê vexwin carinan tên ber sûlavê û her wiha derdikevin ser teht û zinaran. Bi hatina van bizinkoviyan jî dîmenên rengîn derdikevin holê.

Welatiyê xelkê deverê Cuneyt Coşkun ji peyamnêrê AAyê ra got ku ava Sûlava Çirtanê biharê gava berf dihele, pir zêde dibe û gur dibe.

Coşkun bal kişand ku ew salê di demên diyar da tên cem sûlavê wêneyan dikişînin û wiha dewam kir, "Li Tunceliyê çar demsalan jî alternatîfa çalakiyên me yên cuda heye. Em li vir havînê raftîng, li Ovacixê jî zivistanê kaşûnê dikin. Her wisa biharê jî em geştên di nava xwezayê da dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE