Li Tunceliyê hirçê boz ên ku tên parastin, di cirnên avê yên ku seba jiyana kovî li çolê hatine danîn da xwe şûştin û kêliya xweşûştina wan bi fotokapanê hat kişandin.
Tunceliya ku di navbera çiyayên Munzur, Hel, Yilan û Sulbusê da hatiye avakirin, digel xweşikahiyên xwe yên siruştî, dîrokî û çandî, bi dewlemendiya jiyana kovî va jî balê dikişîne.
Li bajarê ku di çiya û daristanan va dorpêçkirî ye, heywanên wekî bizinkovî, hirçê boz, bizinkoviya qoççengel, gur, werşeq, hespikê avî, berazê kovî û kûze lê dijîn.
Wezîfedarên Midûriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî jî ji serê sala 2021ê vê li bajêr seba parastina jiyana kovî û şopandina populasyonê xebat tên meşandin.
Li deverên cuda yên bajêr seba kişandina vîdeo û wêneyan wezîfedaran fotokapan danîn û bi saya fotokapanan li navenda bajêr û deverên çiyayî yên 7 navçeyan jiyana kovî tê qeydkirin.
Di dîmenên fotokapanê da hirç û kudikên hirçê xwe di cirnekî şûştin û av vexwarin.AA