Li Tunceliyê rewta nû ji bo siruşthezan: Golên Qatiran

Li Tunceliyê rewta nû ji bo siruşthezan: Golên Qatiran

 Li Ovacixa navçeya Tunceliyê Golên Qatiran ku li ser Çiyayên Mercanan a bi bilindahiya 3 hezar û 100 raqimî ne, bi taybet di mehên havînê de dibe mazûvanê siruşthezên bajarên derdorê.

Ovacixa ku di nava çiyeyên asê de ye, bi jiyana xwe ya kovî, cureyên endemîk û zozanên xwe bedewiyên hêja pêşkêşî geştiyaran dike.

Golên Qatiran ên li ser Çiyayên Mercanan jî siruşthezan ber bi hembêza xwe ve radikişîne. Siruşthezên ku bi turên rojane yaxud ji bo kampê tên navçeyê, piştî amadekariyan berê xwe didin Golên Qatiran.

- Piştî meşeke dijwar a bi qasî 4 saetan digihijin Golên Qatiran

Siruşthezên ku bi wesayitên xwe tên gundê Şahverdiya girêdayî navçeyê, ji wêderê ve ji bo bigihijn golan 4 saetan dimeşin.

Golên Qatiran ku derdora wan şîn dike, ji geştiyaran re dibe cihê soberiyê.

- "Bedewiyên vê erdnîgariyê bi geştê naqedin"

Jisiruşthezan Nadir Bulut ji nûçegihanê AAyê re got ku Tuncelî xwedî siruşteke bêhampa ye.

Bulut anî ziman ku hê gelek bedewiyên navçeyê nehatine keşifkirin û wiha got, "Li herêmê 9 golên qeşabendî hene û tev de gelekî bedew in. Ji ber ku rengên biharê hê li van deran maye, kulîlk û giya xweşikiyeke cuda bi golan dibexşîne. Kengî ez derkevim zozan û çiyayên Tunceliyê, ez pêrgî bedewiyên nedîtî dibim. Bedewiyên vê erdnîgariyê bi geştê naqedin."

Îskender Doganê çiyager jî anî ziman ku Golên Qatiran bedewiyeke siruştê ne û got, "Li çiyayê Mercanan û Munzurê cihên gelekî bedew hene. Golên Qatiran jî beşek in ji wan bedewiyan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE