Li Turkiyeyê cara yekem

Li Gaziantepê projeya “Parka Ewle” hat destpêkirin…

Li Turkiyeyê cara yekem

Şaredariya Bajarê Mezin a Gaziantepê projeyeke nû ya ji bo ser parkan xist rewacê. Projeya “parka ewle” wê parkên bajêr ewletir bike. Lewra wê pêşiya sûc û windabûna zarokan were girtin.

Di çarçoveya “Bajarên bi Aqil” de li Gaziantepê park êdî ewletir in.

Ji bona vê Şaredariya bajarê mezin jî projeyeke nû xist rewacê.

Li parkan wê Sîstema Parkên Ewle were xebitandin. Bi vê yekê li parkan wê zarok û tu kes winda nebin.

Herwiha ger sûcek were kirin wê di nav 20 saniyeyan de sîstem alarmê bide. Bi vî awayî li parkan dê pêşiya tundî, sabotaj û qelebalixê bê girtin û kes kesî aciz neke.

Pergaleke aqilê çêkirî wê têkevtin û derketinan bi temamî kontrol bike. Bi vê yekê kî hat hundir an jî ji parkê derket wê were şopandin û agahiyên wan kesan werin girtin.

Şaredara Bajarê Mezin a Gaziantepê Fatma Şahîn got,’’Zarokên me dema havînê dixwazin herin parkan. Lê ez jî wek dayikekê dixwazim zarokên me ewle bin. Ji ber vê ev park êdî Parka Ewle ye, yanê ji duh ewletir e. ‘’

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE