Li Tuzlucayê projeya çandina zeviyan

Bi projeya şaredariyê piştî 40 salî 500 donim erd hat çandin.

Li Tuzlucayê projeya çandina zeviyan

Şaredariya Tuzlucaya Iğdırê ji bo çandiniyê projeyek amade kir. Li navçeyê zeviyekî 500 donimî piştî 40 salî hate çandin. Genimê ewil bi merasîmekê hat rakirin.

Şaredariyê bi navê “Em ê bi Hev re Biçînin” projeyek da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de li ser 500 donim erdî piştî 40 salî genim hat çandin.

Şaredariya Tuzlucayê par ji bo zeviyên beyar bên çandin projeyek da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de zeviyekî gelek mezin hate çandin.

Berê îsal bi merasîmeke hat rakirin.

Waliyê Iğdırê Hüseyin Engin Sarıibrahim û Şaredarê Tuzlucayê Ahmet Said Sadarettin Türkan jî ji bo berhevkirinê çûn ser zeviyê genim.

Hat eşkerekirin ku li navçeyê 4 hezar û 500 donim zeviyên din jî hene û wê ew jî sala bê werin çandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE