Li Uludereya Şırnakê, gundî bi alîkariya dewletê kuvarên îstîrîdyeyê hildiberînin. Kuvarkên ku di jêrzemînan de tên hilberîn li hal û marketan tên firotin.
Li Uludereya, gundiyên ku betal in niha dest bi hilberîna kuvarkan dikin.
Kuvarkên îstîridyeyê ku eleqeyeke zêde dibînin, li 3 tesîsan tên hilberîn.
Bi saya vê projeyê gelek kes debara xwe bi gihandina kuvarkan dike.
Komeleya hilberîner û muteşebîsan a Uludereya bi pêşengiya Qeymeqamtiyê vê proje dimeşîne.
Qeymeqamê Uludereyê Ahmet Solmaz derbarê kuvarkan de axivî û got:
‘’Rêxistina terorî li herêmê ne tenê dibû sedema pirsgirêka ewlehiyê, herwiha tesîr li aborî û heywandarî û çandiniyê jî dikir. /04:22 Ji bo ku hilberîn careke din geş bibe, me dest bi planan kir. Ji bo ku heywandarî û çandînî li herêmê careke din baştir bibe me plana starejîk pêşkêş kir. ‘’
Herwiha niha armanc ew e li her gundan ew tesîsên hilberînê werin avakirin.