Li bajaroka Şenobaya Girêdayî Şirnexê next yanî qelen hate rakirin û mehra bûkan ji 100 hezarî daket 35 hezaran. Şaredar û rûspiyên şenobayê di civînekê de ev biryar standin û bi îmzeyê xistin bin xerantiyê.
Şaredarê Şenobayê, endamên meclisê, rûspî û nûnerên malbatan li bajaroka xwe cîvîneke balkêş û girîng pêk anîn.
Di cîvînê de biryar hat standin ku nexta zewacê were rakirin.
Beriya niha kesekî ku dixwaze bizewicê ji bîlî nextê 130 hezar lîre jî xerç dikir û diket bin barê deynan.
Lê niha bi biryara nû qelen rabû û mehra bûkê ji 100 hezarî daket 35 hezar lîreyî.
Pereyê ser sindoqa bûkê ku birayê bûkê distand jî hat rakirin.
Biryara cihêz û xelatan jî ji maliyan re hat hiştin.
Bi vê biryarê heviyên zewacê yên bisedan ciwanan şên bûn.
Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:53