Li gundê Taşkesenê ya li ser Kebana navçeya Elazığê her sal dema dibe payîz ji bo kesên salek berê mirine darên fêkiyan tên danîn.
Endamên Komeleya Alîkarî û Hevkariyê ya Gundê Taşkesenê îsal ji bo kesên wefat kirine li taxa Kortikê darên fêkiyan danîn û paşê helew belav kirin.
Serokê Komelyê Eyyup Daşcan got ew ji bo bîranîna kesên mirine daran datînin û wiha axivî: "Îsalli gundê me 4 kes mirin. Me ji bo bîranîna wan dar danîn ku em bîranîna wan bidin jîyin. Ev bi hesasiyeta merivan ra eleqedar e. Me navê wan jî li ser lewheyekê nivîsî û bi daran va daliqand."
AA