Komeleya BEŞÎR, li Mûşê marketa civakî vekir. Malbatên feqîr diçin wê marketê û tiştan bêpere distînin. Her meh ji sedî zêdetir malbat tên marketê û çi lazim be dibin.
Nûneriya Komeleya Beşîr a Mûşê ji bo malbatên feqîr dest bi xizmeteke cuda kir.
Komeleyê li bajêr cihekî danûstendinê, Marketa Civakî vekir.
Malbatên feqîr tên vê marketê û hewecedariyên xwe distînin. Ji bo tiştên ku kirrîne jî tu pereyan nadin.
Xebatkar jî esnafên bajêr in. Ew di nav rojê de 2-3 saetan tên marketê û dixebitin.
Li Mûşê, her meh ji sedî zêdetir malbat ji vê marketê îstîfade dikin.