Li Vanê 15 ton û 200 kîlo încî kefalên bi qaçaxî hatibûn girtin berî nav avê dan û li 4 kesan jî 7 hezar û 416 lire ceza hat birîn.
Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr daxuyanî da û bi bîr xist ku masiyên încî kefalê di navbera 15 nîsanê û 15ê tîrmehê da ji Gola Vanê koç dikin ku xerzê xwe daynin avên şirîn û di wê navberê da jî ji bo bi qaçaxî neyên girtin kontrol tên kirin.
Hat gotin ku di vê çarçoveyê da ekîbên ewlehiyê yên cendirmeyan çûn herêma ser Çemê Akkopruyê û Qanala Şamranê ya masiyên încî kefalê lê koç dikirin û operasyon li dar xistin.
Di encama operasyonê da 15 ton û 200 kîlo încî kefalên bi qaçaxî hatibûn girtin, hatin qefaltin û 100 metre tora bi tîpa manyatê û 15 jî torên tiroviro hatin qefaltin.
Masiyên bi qaçaxî hatibûn qefaltin berî nav avê dan û li 4 kesan jî 7 hezar û 416 lire ceza hat birîn.AA