Li Vanê belavkirina tûrikên paçîn

Piştî poşetên naylonî bûn bi pere li bazarê tûrikên paçîn hatin belavkirin...

Li Vanê belavkirina tûrikên paçîn

Şaredariya İpekyoluya Wanê piştî poşetên naylonî bûn bi pere, ji bo parastina hawîrdorê gaveke girîng avêt. Şaredariyê ji bo xelk rehet bike li bazaran tûrikên paçîn belav kirin.

Wek ku tê zanîn, ji ber ku zirarê dide hawîrdorê poşetên naylonî êdî bi pereyan tên dayîn.

Ji bo vê jî li seranserê bejêr gelek şaredarî, ji bo xelk naylonên poşet nexebitînin, dest bi belavkirina tûrikên paçîn kirin.

Şaredariya îpekyoluya Wanê ji bo piştgiriyê bide vê, di destpêkê de 30 hezar tûrikên paçîn da çêkirin.

Qeymeqam û Şaredarê İpekyoluyê CEMİL ÖZTÜRK: “Piştî ku poşetên naylonî bipere bûn, me jî him ji bo fêdeya me bigihêje xelkê, him jî ji bo parastina hawîrdorê tûrikên paçîn çêkirin. Niha em ê wan li vir li xelkê xwe belav bikin.”

Tûrikên ku hatibûn çêkirin, ji aliyê xebatkaran ve li çarşî û bazarên nevçeyê hatin belavkirin.

Kesên ku tûrikên xwe girtin, him spasî şaredariyê kirin û him jî bi dilekî rehet danûstandinên xwe kirin.

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE