Li Vanê berhevkirina nebatên tibî û aromatîk

Berhevkirina nebatên tibî û aromatîk ên akademisyenan li Vanê danîbû wê dest pê bike

Li Vanê berhevkirina nebatên tibî û aromatîk

Akademîsyenîn Beşa Nebatên Zeviyê ya Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê bi armanca berê cotkaran bidin nebatên dahat jê zêdeye nebatên tibî û aromatk danîn û berhevkirina wan wê dest pê bike.

Li Wanê bi armanca ku bila cotkar bizanibin nebatên him ber û bereketa wan heye û him jî dahat jê zêde tê, daynin Dekantiya Fakuteya Ziraetê 3 sal berê dest bi xebatê kir û li qada kampusê devereke 15 donimî nebatên tibî û aromatîk danî.

Akademîsyenên gelek nebatên tibî û aromatîj danîne di heman demê da ji bo danîna nebatên jê rûn tê derxistin ku wê gelek bi kêrî aboriya welêt bê jî dixebitin.

Di serayên akademîsyenan avakirin da çend cûreyên pûngê, melîsa, ekînezya, henedaşik, çaya çiyê, batova zer, toyîn, cehtirî, zefran, sîra dehlê, simbil, lale û nebatên dixin nav penêrê bisîrik, hatibûn danîn. Di wan serayan da cotkar ji bo kar hîn bibin wek mêvan tên ezimandin û ew nebat jî di lêkolînên zanistî da tên bikaranîn.

Ziyaretvan jî di wan bexçeyên di bin serayê hatine danîn da digerin û wêneyan dikişînin û berhevkirin jî wê di 27ê Tîrmehê da dest pê bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE