Li Vanê bi dexl û denê herêmî 20 cure xurek hat çêkirin

Necdet Takvayê Serokê TSOyê aşpêj pîroz kirin, diyar kir ku ji bo bajêr di qada gastronomiyê da derxin pêşiyê xebatan dimeşînin.

Li Vanê bi dexl û denê herêmî 20 cure xurek hat çêkirin

 Li Vanê endamên Komeleya Aşpez û Pastafiroşan bi dexl û denê îşareta erdnîgariyê hildane va 2 cure xwarin û şirînahî çêkirin.

Di bernameya li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (TSO) hat lidarxistin da tehmên teze hatin danasîn.

Necdet Takvayê Serokê TSOyê aşpêj pîroz kirin, diyar kir ku ji bo bajêr di qada gastronomiyê da derxin pêşiyê xebatan dimeşînin.

Takva got ku li Vanê ji bo "Belgeya Tescîla Nîşana Erdnîgariyê" ya 15 amûran bistînin dixebitin, berhemên heêmî revkariyeke mezin didin turîzmê.

Takva destnîşan kir ku wekî hemû dinyayê li Tirkiyeyê jî mitfaxên herêmî eleqeyê dibînin û wiha pê da çû: 

"Ji bo xwarin û xurekên herêma xwe bidin nasîn em dixebitin. Di vê çarçoveyê da em ji aşpêjan piştgiriyeke mezin dibînin. Armanca me ew e ku xwarinên xwe yên herêmî bidin nasîn. Fikra me ew e ku xebatên me ew ê tevkariyê bidin bajar, herêm û welatê me. Em plan dikin ku ji bo vê armancê fuarekê li dar bixin. Me bi navê mitfaxa Vanê an jî gastronomiyê serîlêdan kir. Lêbelê ji ber nexweşiyê me plana xwe paşda avêt. Pîlana me ew e ku îsal ya ewil bikin."

Takva destnîşan kir ku ew ê dexl û denê herêmî yên wan li fuarê bidin nasîn, bi saya vê rayê her kesî bidin ku mitfaxa bajêr gelekî dewlemend e.

Takva paşê der barê kifteyên qawutê, boreka bipenêrê sîrimê, dolmeyên bîberê yên bipenêrê sîrimê, humsa qawutê, cheesecakeya biqawut û giha, tramîsuya qawutê û tehmên din da agahî da.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE