Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 3 jin ev 5 sal in di otobûsên gel de ajokariyê dikin. Her sê ajokar jî ji karê xwe gelek memnûn in.
3 jin in…
Ev 5 sal in di otobûsên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dixebitin.
Serê sibehê radibin û têne rawestgeha otobûsan.
Pişt re li otobûsê siwar dibin û rawestgeh bi rawestgeh digerin.
Jinên ajokar dibêjin em dikarin karê xwe yê li malê jî yê derve jî bikin.
Xelk jî ji ajokarên xwe yên jin qayîl in.