Li Vanê kêfa dergûşan a jakuziyê

Li bajêr li navenda SPAya ku taybet ji bo dergûşan hatiye vekirin, pispor ji bo xurtbûna pergalên bazû û îskeletê yên dergûşên ku di jakuziyê da kêfa avê dikin, masaj dikin

Li Vanê kêfa dergûşan a jakuziyê

Li Vanê li navenda SPAya dergûşê (Tenduristiya ji Avê tê) ku qederek berê ket xizmetê, ji bo dergûşên 0-2 salî derfet tê pêşkêşkirin ku di avê da hêsa û aram bibin.

Dergûşên ku mezin, wan tînin navenda li navçeya Îpekyoluyê, li vê derê di jakuziyên ku pêşiya wan camkirî ne da bi stûxelekê bi dergûşan ajne didin kirin.

Bi rêbaza hîpoterapiyê tirsa dergûşan a avê tê şikestin û herwiha ew derfet tê pêşkêşkirin ku azad tevbigerin. Dîsa piştî kêfa jakuziyê, pisporên ku perwerdeya masajê wergirtine, dergûşan masaj dikin. Armanca seansên ku 50 deqîqe dewam dikin ew e ku problema mehandinê, tirsa avê û pirsgirêkên xazê bên çareserkirin û herwiha pergalên bazû û îskeletê yên dergûşan bên xurtkirin.

Malbatên ku beşdarî seansan dibin, kêfa dergûşan a SPA û masajê û herwiha liv û lebata dergûşan a di nava avê da dibînin.

 "Berteka malbatan gelekî erênî ye"

Xwediya kargehê Selin Cansu Ertekinê ji peyamnêrê AAyê ra got, piştî ku ew ji beşa geşbûna zarokan mezûn bû, wê li Enqereyê 2 salan perwerde sitand û dû ra wê biyara vekirina navendê da. 

Ertekinê diyar kir ku wê xwest li bajêr tiştekî nû pêk bîne û herwiha berteka gel jî gelekî erênî ye û wiha dewam kir:

"Pêwîstiya Vanê bi nûbûneke wihareng hebû. Ligel ku ji ser avabûna me ra maweyeke dirêj derbas nebûye jî lê bertekên malbatan gelekî erênî ne. Ligel navçeyan, ji parêzgehên cîran ên wekî Hekarî û Bidlîsê jî welatî dergûşên xwe tînin. Îja gelek sûd û mefaya van navendan a ji bo dergûşan heye. Bi rêbaza hîpoterapiyê tirsa dergûşan a avê tê şikestin. Piştî ku tirsa wan dişikê, em dergûşan dixin jakuziyê da ku pirsgirêkên wan ên wekî mehandin, xaz û tirsa avê bên çareserkirin. Piştî vê qonaxê jî em dergûşan hildidin masajê da ku pergalên wan ên bazû û îskeletê xurt û zexm bibin."

Muhammet Cihan Guler ku dergûşa xwe anî navenda SPAyê, diyar kir ku li Vanê destpêkirina xizmeteke bi vî rengî gelekî girîng e û ew ji vê yekê zehf xweş e.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2020, 17:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE