Li Vanê konsera pirzimanî

Di konsera ku ji hêla Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Vanê va hat lidarxistin da bi 20 zimanî stran hatin gotin

Li Vanê konsera pirzimanî

Li Wanê ji hêla Navenda Agahiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku bin banê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (OBP) va bi mijara "Ji Urartuyan Heta Ewropayê Newa" konsereke pirzimanî hat organîzekirin.

Li konsera li ber derê Dêra Extemarê Civaka Muzîkê ya Anka di serî da Tirkî, Kurdî, Erebî, Farisî, Îspanyolkî, Îngilizî, Yewnanî, Îbranîkî, Latinî û Ermenîkî bi 20 zimanî stran gotin.

Bi sedan kesên ku ji îskeleta li navçeya Gewaşê bi tekneyan birin giravê li ber derê dêra dîrokî guh dan stranên bi zimanên cuda.

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez wir axivî û got ku li bajêr ev çendî sal in ku di çarçoveya têkiliyên bi YEyê ra projeyên cuda li dar xistin.

Bîlmez diyar kir ku li Wanê seranserê dîrokî çendî şaristanî jiyane û wiha axivî: "Stran, govend, dostanî, biratî, aştî û xweşbînî li bajêr û herêma me tê. Ez wisa bawer dikim ku dê konsera îşev jî xizmetê vê fikrê bike. Ez hêvî dikim ku konser bibe wesîleya yekîtî, hevrabûn û dostaniya me."

Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YEyê Balyoz Chrîstîan Berger jî got ku Wan yek ji bajarên herî xweşik ên cîhanê ye.

Berger qal kir ku di vê çalakiyê da daxilê yekîtiya çandê bû û ev gotin: "Tiştên ku me dikin yek çand û muzîk e. Ez hêvî dikim ku gelek çalakiyên me yên wekî ya vê şevê çêbin. Navendên Agahiyê yên YEyê nîşanî Yekîtiya Ewropayê, Tirkiyeyê didin ka yekîtî tê çi wateyê."

Serokê OBPya Wanê Necdet Takva jî spasiya vexwendiyên ku hatin konserê kir.

Berger jî piştî axaftinan bi vexwendiyan ra govend gerand.AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE