Li Vanê Kursa kodkirina robotîk

Zarok di kursê de bi destên xwe robot û dronan çêdikin..

Li Vanê Kursa kodkirina robotîk

Şaredariya Îpekyoluya Wanê, li navenda çandê ya berîvanê, ji bo zarokan kursên cur bi cur vedike. di nav van kursan de herî zêde kursa kodkirina robotîk bala zarokan dikşîne. zarok di kursê de bi destên xwe robot û dronan çêdikin.

Şaredariya Îpekyoluya Wanê, li Navenda Çandê ya Berîvanê kursên cur bi cur vedike. Ji wan yek jî Kursa Kodkirina Robotîkê ye.

Zarok, di vê kursê de derbarê kodkirina robotîkê de tên perwerdekirin.

”Em li vê navendê ji bo zarokan kursan vedikin. Eleqeya zarokan a ji bo kursa robotîkê jî gelekî zêde ye. Zarokên me bi destên xwe robot û dronan çêdikin. Bi vî awayî him hînî teknolojiyê dibin, him jî ji tiştên xirab dûr dikevin.”

Mamosteyên kursê dibêjin zarok bi saya vê kursê, bi destên xwe robotan çêdikin û xwe pêş dixin.

Malbatên ku zarokên xwe dişînin vê kursê ji bo xizmetê memnûn in.

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2018, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE