Li Erdîş û Tûşbaya navçeyên Vanê 500 kîlo încî kefalên ku bi qaçaxî hatine girtin, hatin bidestxistin û li 14 kesan 26 hezar lire cezayê pere yê îdarî hat birîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr hat dayîn, încî kefal ji bo ku xerzê xwe daynin û li hev zêde bibin, di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da ji nav Gola Vanê koçî avên şirîn dikin. Ji bo ku ev masî bi rêya qaçaxî neyên girtin, xebat û kontrol dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriya Şaxa Berên Avê, Fermandariya Qereqola Cendirmeyê ya Çelebîbaxê, Fermandariya Bota Asayîşê ya Cendirmeya Navnend a Erdîşê û Fermandariya Qereqola Cendirmeyê ya Gedîkbulakê li ser Çemê Zîlanê yê li Çelebîbaxa taxa Erdîşê û li ser avên şirîn ên li navçeya Tûşbayê li cihên ku masî koç dikin, operasyon kirin.
Di operasyonê da 500 kîlo masiyên ku bi qaçaxî hatine girtin û 7 tor hatin bidestxistin.
Masiyên ku hişk bûbûn, hatin îmhekirin, li 14 kesên di qedexeyê da masî girtin, ji ber sûcê mixalefeta Qanûna Berên Avê 26 hezar lire cezayê pere yê îdarî birîn.AA