Li Vanê makîneyên ku plastîkên hatine avêtin dike mazot tên çêkirin

Miteşebisên Îranî Ehmed Rastgo û Mehrdad Fojlaley xwestin li welatê xwe makîneyeke alavên plastîk dike motorîn çêkin û biforşin, lê ji ber ku piştgirî hilnedan hatin WVanê anê û serî li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Vanê (OSB) dan.

Li Vanê makîneyên ku plastîkên hatine avêtin dike mazot tên çêkirin

Li Vanê du miteşebisên Îranî li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Vanê fabrîqeyeke makîneya alavên plastîk vedugerîne mazotê ava kirin û bi çopên plastîk sotemeniya dîzel çêdikin.

Miteşebisên Îranî Ehmed Rastgo û Mehrdad Fojlaley xwestin li welatê xwe makîneyeke alavên plastîk dike motorîn çêkin û biforşin, lê ji ber ku piştgirî hilnedan hatin Vanê û serî li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Vanê (OSB) dan.

Piştî serlêdan, belge û karên fermî qediyan miteşebisan ji bo 3 salan li herêmê eraziyek kirê kirin û fabrîqeyek ava kirin.

Miteşebisan makîneya pirsgirêka çop û zibilên plastîk çareser bike çêkirin. Ev makîne alavên plastîk dike mazot û niha ji Îran, Gurcistan, Iraq û Efxanistanê daxwaz ji wan tê kirin.

"Armanca me ew e ku li ser rûyê dinyayê plastîk tune bibe"

Ehmed Rastgo got divan makîneyan da ew ji 100 kîlo plastîkê 75 lître mazotê bi dest dixin û wiha axivî: "Me projeyeke jiyana candaran xilas bike û dinyayê bêtîr xweş bike çêkir. Armanca me ew e ku li ser rûyê dinyayê plastîk tune bibe û ev wê bike vejen. Lewra madeyên plastîk 2 hezar û 500 sal di xwezayê da dimînin nahelin û zirarê didin hawirdor. Ji ber vê me ev biryar da."

 Rastgo anî ziman mazota ku ji plastîkan tê bidestxistin di keştî û makîneyên kar da tê xebitandin û wiha dewam kir: "Ji bo vê xebata me ji gelek welatan daxwaz çêbû lê me Tirkiye hilbijart. Sedema wê ew e ku em dikarin ji ser Tirkiyeyê xwe rehetî bigihînin dinyayê. Ji niha va ji Gurcistan, Iraq û Efxanistanê daxwaz ji tê kirin. Heke çêkirina makîneyan zêde bibe emê 70 an 100 kesî hildin kar."

"Li gor motorîna din zirara wê kêmtir e"

Mehrdad Fojlaley jî got plastîkîn dixin makîneyê bê oksîjen tê şewitandin û wek avkî dihele û paşê tê parzûnkirin û wiha axivî: "Em 8 mehan li ser vê projeyê xebitîn. Me di laboratuvarên Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî encamên baş bi dest xistin. Motorîna ku em çêdikin li gor standardê Ewropayê ye. Em bi van makîneyan da plastîka hatiye avêtin dikin madeyeke biqîmet. Li gor motorîna din ew kêmtir hewayê qirêj dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE