Li Gevaşa Vanê di rojên dawî de berfeke gelek xweş barî. Stûriya berfê ya lı navendên kaşûnê jî zêde bû. Yek jı van deran jî ya lı girê abalıya Gevaşa Vanê ye. Welatiyan dawiya heftê berê xwe da tesîsên kaşûnê yên li Abalıyê û bı berfê kêf kırın.
Li herêmê gelek berf barî û navendên kaşûnê bûn cihê kêf û şahiyê.
Welatiyên ku xwestin bi berfê kêf bikin û xwe kaş bikin jî berê xwe dan navendên kaşûnê.
Navenda kaşûnê ya Abalıya Gevaşa Vanê jî dawiya hefteyê tîjî bû.
Her wiha kaşbazan jî berê xwe da Girê Abalıyê û li vê derê bi meşaleyan xwe kaş kirin.
Di pêşaneya meşaleyê de dîmenên xweşik derketin holê.
Dê û bav, zar û zêçan xwe kaş kir, lîstin û têra xwe kêf kirin.