Li Vanê pez berdan mêrgan

Li navçeya Ozalpê piştî berf heliya erazî û merg kesk bûn û bi heywanan va şên bûn.

Li Vanê pez berdan mêrgan

Li bajarê Wanê ya bi xwedîkirina heywanan va pêşva çûye piştî zivistaneke zehmet welatiyan pezê xwe berda mêrgan.

Li navçeya Ozalpê piştî berf heliya erazî û merg kesk bûn û bi heywanan va şên bûn.

Welatiyên heywanan xwedî dikin ji bo heywan biçêrin û zêde pereyê êm nedin pezên xwe berdan mêrgan.

Menderes Erçakanê heywanan xwedî dike got ew ji meha mijdarê vir va pezên xwe di tewleyan da xwedî dikin, ji ber ku êdî hewa xweş bû wan jî heywanên xwe derxist derva.

Erçakan got ji ber hişkayiya par bihayê êm û ceh pir zêde ye û wiha axivî: "Îsal zivistan pir zehmet derbas bû. 6 meh gelekî zehmet bû. Ji ber bihayan û mesrefê heywandaran gelekî zehmetî kişand. Îsal him berf zêde barî û him jî baran. Înşallah îsal wê bi bereket be."

Ahmet Karasu jî got goştê heywanên li mêrgê diçêrin bêtîr xweş e, şîrê wan jî zêde ye û anî ziman ku mesrefa wan a êm hinekî kêm bû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE