Li Vanê pêşaneya wêneyan

Gola Vanê vê carê bi resmên bin avê tê nasandin.

Li Vanê pêşaneya wêneyan

Şaredarî û Qeymeqamiya westana Wanê ji bo danasîna bajêr û behrê, pêşaneya wêneyên bin avê vekir. Li gel qeymeqam û şaredar, bi sedan welatî hatin pêşaneyê. Wêneyên ku di bin avê de hatine girtin bala mêvanan zahf kişand.

Pêşaneya wêneyên bin avê, li Axtamarê hat vekirin.

Resmên ku di 23 salan de hatin tomarkirin, ji bo danasîna Behra Wanê tên nîşandan.

Pêşane bi piştgiriya şaredarî, qeymeqamî û xêrxwazan li Girava Axtamarê hat vekirin.

Şaredar, Qeymeqam, rayedarên bajêr û gelek welatiyên ku ji derveyî bajêr hatin, di merasîma destpêkê de hazir bûn.

Welatiyên herêmê jî ji bo çalakiyên çandî yên bi vî rengî gelek memnûn in. Ew, ji bo turîzma bajêr dixwazin çalakiyên kulturî ên bi vî rengî zêdetir bên çêkirin.

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2018, 12:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE